Ciwan kî/ê ye û hûn çawa
pênaseya ciwanê/a Kurd dikin?
Bona vê çendê ku em pênaseyek giştî ji nêrîna
civaknasî û hundirînasî ve bidin holê, di destpêkê de min jê ve ye ciwan di
warê temenî ve, qonaxek e ku pêyek wî/ê di qonaxa zarokiyê de ye, wate hêj liv
û edetên zarokîniyê di mejiyê wî/ê de maye û ew qonaxa ku hewce ye jê derbas be
û biçe nav cîhanek aloz û tevlîhevtir, hêj derbas nekiriye. Lê ji aliyê din ber
bi pîriyê gavan davêje. Wate qonaxek e ku ciwan dixwaze ji tev bîranînên wê
derbaz be û biçe qonaxeke din ji cîhanbîniyê. Lewra di vir de ye ku lawî
qonaxek hestiyar û tevlîhev e, bi berfirehî û kurî pirsan analîz û şirove nake
û zêdetir metodên şiroveker dişopîne. Daxwaza vê çendê dike ku civak li gor
xwesteka wî/ê be û li gor hewcehiyên wî berbi pêşve here. Ez li ser vê baweriyê
me ku ciwanî qonaxek hestiyar û tevlîhev e, tejî ye ji gefan û qonaxek e ji bo
guhartina pêkhatiyên civakê. Heke em qala taybetmendiyên wî/ê bikin, di asta
siyasî de, ciwan ew hêze ye ku desthilatê tîne lerizînê. Digel vê çendê ku hêza
law dikare avakerê civakê be, di vê demê de dikare hiloşîner jî be. Çunku
lezgîn e û dixwaze bi mifahwergirtin ji derfetekê, deriyekê ber bi rûyê xwe
veke. Bi liberçavgirtina vê çendê desthilatdarên dîktator û tepeserker hertim
ji hêza law ditirsin û naxwazin nifşa han zindî û çalak be. Zindîbûn û
çalakbûna nifşa ciwan, zindîbûn û çalakbûna civakê ye, berevajiyê vê çendê jî
qelsbûn û çalaknebûna nifşa ciwan weke ektîvtirîn texa civakê, bi wateya
çalaknebûna civakê ye.
Eva ku we di pirsiyaya xwe de îşare kir
ciwanê/a Kurd kî/ê ye?, Ez vedigerim bo qonaxên dîrokî ên dîroka Kurd û
pênasekirina nasnameya wî gelî. Ger wiha bû, dîroka Kurd dikare pênaseya
ciwanê/a Kurd bike. Çunku arîşe û belengaziyên ku ciwanê/a Kurd tûşî wê dibe û
wî/ê hemberî kirîzên nasnameyî dike, sedemên derûn û civaknasî ên dîroka gelê
Kurd e. Di encama vê çendê de, ciwan takek ji neteweya Kurd e ku şanaziyê bi
dîrok, çand, kultur, rewşt û tîtalên netweya xwe dike û ji bo her cangorîtiyekê
amade ye. Pênaseya han hilgirê gellek wate û şiroveyan e. Çunku Kurdistan û
parvebûna wê di heyama dîrokê de û her wiha zalbûna hizra şovînîstî û asîmîlekirina
kultura Kurdî ji aliyê hêzên serdest ve, hertim ciwanê/a Kurd hemberî
belengaziyan kiriye ku mixabin em nikarin di nivîsara han de îşarê bi wan
bikin.
Hewcehiya avakirina YCDK Îranê li serdemê
Komara Kurdistanê de çi bû?
Avakirina Komara Kurdistanê weke yek ji
rûpelên zêrên ên dîroka Kurd e. Komara han xwediyê gellek destkevtên dîrokî bû
ku ez li vir tenê îşarê bi avakirina do saziyên Jinan û Ciwana dikim û bi
taybet Yekîtiya Ciwanan. Saziyên han li ser destê bihêz ê Partiya Demokrat a
Kurdistana Îranê û hizra tîj a pêşewayê mezin yê kurd hatin damezrandin. Min jê
ve ye sedema sereke a damezrandina Yekîtiya Ciwanan eva bû ku yekem xebata Kurd
bi awayekê di nava nifşan de xurt be û bikare sîstematîk û tevalîtir be. Duyem
jinavbirin û nehêlana rewşt û kevneşopên eşîrî, bi vê wateyê ku takê/a Kurd
nemaze ciwan, xwediyê dengê xwe bin û eşîre nekare dengê wî/ê kip bike. Helbet
eva bi wateya dijberîkirina tevî eşran nîn e.
Lê ya rast eva ye ku hebûna saziyan gava sereke ye ji bo bihêzbûna
civaka sivîl, civaka sivîl jî tevî hizrên eşîrtî û dogm dijber e. Li vir bi
tevlîhevkirina du fakterên han, em digihîjin vê encamê ku hewcehiya avabûna
yekîtiya han, eva ye ku keç û xortên Kurd bikarin xebata xwe bi awyeke
sîstematîk û tekûztir bimeşînin û bibin dînamîzma tevgera Kurd. Em mêze dikin
ku endamên Yekîtiya Ciwanan hatine nav refa rêberiya PDK Îranê û erkê
rêberîkirina xebata neteweyî listû girtin û şehîdê binav û deng yê Kurd Dr.
Qasimlo baştirîn mînak e ji bo vê çendê.
Rola ciwanan di bizava
neteweyî de çi ye?
Ciwan weke dînamîzma şoreşê, ew hêze ye ku li
hember her cure destdirêjî û tepeserkirinekê disekine û naxwaze zordar hebin.
Ji ber bindestûna neteweya Kurd ciwanê/a Kurd her ji zarokiyê ve hest bi
bindestbûna gelê xwe dike. Rabûna ciwanan di nav civakê de, dikare bandorek
erênî li ser pêvajoya bizava neteweyî hebe. Eva bi vê wateyê ye ku hertim keç û
xort in li hember zulm û zordariya zordaran disekinin. Keç û xortên wî gelî ne
ku dibin Pêşmerge û canê xwe dikin goriyê av, ax û serweriya welatê xwe û dara azadiyê
bi xwîna xwe av didin. Di rastî de tu şoreş û bizavek bê hebûna ciwanan
sernakeve û tu tevgerek jî bê hebûna keç û xortan nahê lidarxistin.
Gelo Yekîtiya Ciwanan bi
awayek hewce kariye erkên xwe derheq ciwanan bi cî bîne?
Belê. Nêzîkî 62 salan e ku Yekîtiya Ciwanan hatiye
damzerandin, qonaxên cur bi cur ên xebatê derbaz kiriye û di nava hizrên Çep û
Rast de evraz û nişîvên bizava Kurd şopandiye. Di heyama 62 salên derbazbûyî
de, ji bilî hişyarkirina nifşa ciwan û xebat ji bo bidestveanîna mafên senfî,
hewl ji bo bidestveanîna mafên siyasî û neteweyî listûyê Yekîtiya Ciwanan bûye.
Di encam de xebata Yekîtiya Ciwanan, xebatek neteweyî – senfî ye û bona vê
çendê jî bi hezaran keç û xort bûyîne gorî. Lewra em li ser vê baweriyê ne ku
xebata me berî hemû tiştekê xebat ji bo azadiyê ye. Azadî bi wateya gihîştin bi
mafên berheq û demokratîk.
Her weke ku hûn dizanin,
ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tûşî gellek arîşe û pirsgirêkên civakî
weke tûşbûn bi madeyên hişber, xwekujî, bêkarî û wd... bûne, hûn weke Yekîtiya
Ciwanan sedemên vê çendê di çi de dibînin?
Di rastî de civak hertim daxwaza guhartinê
dike û dixwaze xwe nûjen bike û qata ku di vê navberê de rolê zêdetin dilîze,
nifşa ciwan e. Mixabin rejîmên dîktator
û totalîter nikarin reforman di xwe de pêk bînin û di encam vê çendê de hewlê
didin ku civakê bixin bin bandor, desthilat û siyasetên xwe. Ev çende di dîroka
cîhanê de bi dehan car dubare bûye û niha jî Komara Îslamî siyaseta han
dişopîne. Bêdengkirina nifşa ciwan, nifşek ku bêkar be dê tûşî madeyên hişber
be û dema ku tûşî madeyên hişber bû berbi xwekujiyê diçe yan jî bona xwe
derbazkirin ji zirûfa han, ber bi derveyî welat diçe. Her weke ku di bername û
pêrewa me de hatiye, em li hember her pirsek veşartî û gemar ku dibe sedema
nexweşiya civakê û bi taybet nifşa ciwan, disekinin.
Kekê Efrasiyab, weke pirsiyara dawî, pêşniyar
û rênîşaniya we ji bo ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê çî ye?
Îro rojê ciwanê/a Kurd ciwanek hişyar a têgihîştî ye û li ser
çarenivîs û pêşeroja xwe analîza taybet bi xwe heye. Min jê ve ye ciwan bi
piştgirêdan bi merc û pîvanên demokratîk û dûrîkirin ji îdeolojî û hizrên
parvemayî, biwêrane û şoreşgerane di hewla demokratîzekirin û berbipêşvebirina
civaka xwe de ye. Yekîtiya Ciwanan bona avakirina civakek azad û demokratîk û
pêkanîna delîveya diyalog û bihev re bûnê, hewlê dide ku tevî ciwanan
pêwendiyan lidar bixe û wan li dor
bernameya xwe kom bike. Pêşniyara me ji bo wan eva ye ku lidor Yekîtiya Ciwanan
bicivin. Çunku ciwanê/a demokrat xwendekarê/a xwendingeha demokrat û lehengê/a
biemeg yê/a nîştiman e. Ji ber ku em law in, em dixwazin weke ciwan û nifşek
çalak di nava civakê de bin û gihartinan di nav civaka xwe de pêk bînin.
Em weke law daxwaza gihîştin bi mafên
xwe dikin. Bona vê çendê xebatek bêveqetiyan hewce ye, weke ku mamostayê aştî û
demokrasiyê û rêberê hertim zindî yê me, Dr. Ebdulrehman Qasimlo dibêje: “Gelek
ku azadiyê bixwaze, divêt buhaya wê azadiyê jî bide”, emên law, lawên rojhilatê
Kurdistanê bona vê çendê ku bikarin jiyanek aram û serdemiyane ji xwe re dabîn
bikin, hewcehî bi vê çendê heye ku biwêrane li hember desthilata kevneperset a
melayan bisekinin û berxwedanê li hember wê rejîmê bikin. Guhartin li îro,
guhartin ji bo sibê ye û avakirina civakek demokratîk, tenahî û ewlehiyê ji bo
ciwanê pêşerojê ewle û garantî dike.
هیچ نظری موجود نیست:
ارسال یک نظر