۱۳۹۱ شهریور ۱۱, شنبه

Çiwarşemeyekî baranî hemişeyî



Çiwarşemeyekî Baranî Hemîşeyî 

Afrasiab Giramî 

Le çwarşemeyekî baranî, katjimêr dexilî 9y beyanî, ke le pasî şar wek rewe soneyek beser berdebazêk, da abezîn, herkam berew kolan u şeqamêk le yektir dûr dekewînewe. Baran abarêt. Bo ême xûrbetîyekan şepolêk hesretêkî seyr legel baranda dêt be rûmanda. Hiç ştêk awendey ausbûnî şar be baran dalîtekanu mêşk qerebalix naken. Hîç ştêk awendey herasanî deste tezîwekanî şar, am jine seyzane be hejmetî baranî dûrewe, dîwarekan narûşênêt. Hîç ştêk awendey destew yexe bûn le gel baranêkî nawexta herasanawîtir nîye. Awey ke bînînî baran be hejmetêkî dêrînewe, le êwareykda wek şorebîyekanî serşeqam pelyan şor akenewe, destêkîtiryan be yexey hewre xerîbekanewe girtwe nerûxên ta le rêgay dûrewe geyştûn u lêre, le yekem şarî nizîk çiya nizmekanî am serzwîne abarin u destî ferşî baran agrin u sema aken. Lafawî taze pêgirtûy kolan bal axşênê u çeşnî piyawêkî şel akewêt u xoy berz akatewe u rêgay şeqam helagrin. 
Şar temêkî nizim u tenik balapoşî bû. Xelkanêk wek tarmayî hat u çoyan dekird.
Nizîktir le hemwan kaftiryayekî êwaran xeymey heldabû.çend kûrsî terbûy berdega be temenawe serwunixûn bibûn. Helmî aw dîwî şîşey kaftirya, temêkî nasikî dûredest bû ke nizîk abûytewe xoy le tabloyekî nigarkêşaneda anwand.  Tabloyekî rûtî çend mrov û darstanêkî dûredest, tabloke kemêk xêl arwanête kaffeçiyeke û jinêk leser kûrsîyekî bilindî çiwar ajno ... sîney u sekoy kaftryake cût bûn. Hat û çowekan xêratir xoyan dekird be naw seray kaftryakeda. çend mrovî ser zerd û çaw şîn, pîre jinêk be segêkî biçkolaney reşewe. jinêkî balaberz û sîne rût her dû memkî nîgakanî bo xoy agwastewe u sery da anwênêt u xoy dekat be jûrêda. Piyawêkî pantol kûrt, mûwe zerd u kalekanî be ser ajnoyda drengtir xoyan nîşasn ada xoy dekrd be kaftryakeda. 
Ger dûr birwanît, beramber kaftiryake markêtikî balaberz u dû nhomî  berew nawerastî şar demî kirdbwewe u mrovekanî dane dane heldelûşî. Hat û çiwekan xêratir abûnewe, berdem markêteke çend wîstgey cigerekêşekanî lêbû ta pişûy jinan u piyawanî cigerexor u çend nefesî diûkel, cût abûn. Jinêk, şanî yexsîrî sûçî dîwarekeye, dekoy cigereke be hejmetîyewe şetil bwe u dûkel nayhewê le henasey dûr kewêtewe, belam “ba”y lasar am aşqe tûşî dabiran dekat. Şineyek u tawe baranêkî dûr, kolan be kolan, şeqam be şeqamiyan pêwawe ta hêdî hêdî be latîêk. le jêr çetrî berdergay markêtekeda xoyan bixene baweşî sîney jine cigerexorekanewe, yan be rûmetî hewesbazaney piyawe xurbetyekanewe ke temenayan dûr dûr nizîk abêtewe bo nîga kesk w alekanî jinekan. Dest le xeyalî berderkey markêt wer adeiyn, be naw şeqamî barana raste şeqamî nawerastî şar agrîne ber. Nazanim xom yan xeyale becêmawekanî her sûçî am çiwarşemeye yan dîsan dilî herasanim kom akatewe. Wird abmewe le hat û çokan, wek tarmayîye be lamda têdeperin. Hemîşe mrovekan tarmayîyek bûn, têdeperin. Sekoyek balî kirdwetewe, kûrsîyek bangman akat u leserî dadenîşîn. Çetrekem lepê kewtwe u şanim tertir le şanî awaney penayan bo çetir nehênawe. Renge îtir baran pêwîstî be çetir nebêt. Hejmetî çetrekan îtir ber be  baranî diltengî mrovekan nagrin. Beramberim kenîseyekî lûtberz baweşî kirdwe be bercwendî şara, hemû dîmenekanî yexsîr kirdwe, tenanet le naw wênekanî aw şareda hemîşe lûtberzane diyare, wek wêney dîktatorekanî wilatî ême. Belam am peykere hemîşe heye u hemîşeş niye, yekem serzewînînî baran ser balî firişekanî kenîseye u gazengî bersînî kenîseke ke car na carêk be naley temenî mrovekan ziyad dekat. ger wirbînewe le xwarewe, waz êe berzî u asmanî dagîrkrawî destî kenîselan bihênîn, dîsan kaftiryayek, amcare gewretir, le jêrbalî kenîseda hêlaney sazkrdiwe u xelkê lewê kafe yan çayîyekî sewz gift û goy rojaney xoyan dalde aden. Jine sîng rûtekan, piyawe pantol kûrtekan, pîrejine seg be destekan, jinanî çawerwanî berdem sekoy cigerekêşan, mrove xûrbetîyekan çeşnî min hîç dûkan u markêt u kaftiryayek nayangrête xoy u miniş ... tenyatir le tenyayî ... îstaş be hejmetî minadlîm le baran arwanim, wa hest akem baran le rêgay dûrwe hatiwe, aw late tenya mindalêkî lasar bûm, baran be serma abarî. Baran bo min xeyalêkî dûr bû, keçî êsta baran bo dînemekanî nizîkm tenya xeyalêkî sadeye têdeperêt ... ay nazanim bo min hêşta wa azanim baran beşêke le bawanî tenyayî min. 

هیچ نظری موجود نیست: